Li Qoserê topbaran: 2 sivîl mirin, 12 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Qoser (Kiziltepe) a bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê di encama avêtina topên hawin de, 2 sivîlan can da û 12 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, li gundekî nêzîkî sînorê Rojavayê Kurdistanê top ketine ku gelek ambulans çûne cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku herî kêm 2 sivîlan di encama wê êrîşê de can daye û 12 jî birîndar bûne.
Beriya niha jî bi destpêkirina êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê re, li Nisêbûnê jî topên hawin ketin nav sivîlan û 9 kes miribûn û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.
Rayedarên dewleta Tirkiyê ew êrîş xistibûn stûyê YPG/HSDê lê wan ev yek red kiribû û dabûn xuyakirin ku wan ti êrîş bi ser bajarên bakurê Kurdistanê de nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin