Li Rihayê kesek bo Fransayê hate dersînorkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, welatiyê Fransayê Denis Daniel Korkmaz bi hinceta li Fransayê beşdarî xebatên PKKê bûne hate girtin û dersînorkirin.
Medya Tirkiyeyê ragihandiye ku Saziya Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) û Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê di operasyoneke hevbeş de bi hinceta ku di nav xebatên PKKê yên Fransayê de cih girtiye, li navçeya Xelfetiyê hemwelatiyê Fransayê Denis Daniel Korkmaz binçav kir.
Hate ragihandin ku Korkmaz piştî karên yasayî ji bo Fransayê hatiye dersînorkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin