Li Rihayê agir bi avahiya otelê ket: Nobedarê înseatê can da
PeyamaKurd – Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, îro 3yê Nîsanê di encama şewata li înşeata avahiya oteleke ku nû tê çêkirin de, nobedarê înşeatê jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku li navçeya Eyyubiye ya Rihayê di avahiya otela ku hîn nehatiye xelaskirin de, ji ber sedemeke hîn diyar nebûye agir derketiye û nobedarê avahiyê Î.Çyê 55 salî jî dema xwestiye destwerdana şewatê bike di nav agir de maye û jiyana xwe ji dest daye.
Hat diyarkirin, agir piştî destwerdana tîmên îtfaîyê hatiye vemirandin û termê nobedarê otelê jî li lobiya otelê hatiye dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin