Li navça Soranê agir bi avahiya xwendevanan ket: 14 kes can da

09 December 2023 00:03 0 dîtin
Li navça Soranê agir bi avahiya xwendevanan ket: 14 kes can da

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li navça Soranê li taxa Cindiyanê agir bi avahiya xwendevanan ket û di encamê de 14 xwendevan û mamoste jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Li gor ragihandina Rûdawê; avahiya ku tê de şewat derketiye li ser rêya Soran-Çomaneye û avahî ji terefê mamoste û xwendevanan de tê bikaranîn.

Berdevkê parastina sîvîl yê Soranê ragihand ku gelek kes di nava avahiyê de asê mane û nikaribûne wan rizgar bikin. Sedema ku nikaribûne wan rizgar bikin ji ber ku agir li avahiyê pir belave bûye. Bi îhtîmaleka mezin wê jimara candayiyan û birîndaran zêdetir bibe.

Li gor ragihandina rêvebiriya tenduristiyê ya Soranê; heya niha 14 xwendevan û mamoste jiyana xwe ji dest dane.