Brezîlya: Alîgirên Bolsonaro, avahiya Kongreyê dagir kir

09 January 2023 01:30 0 dîtin
Brezîlya: Alîgirên Bolsonaro, avahiya Kongreyê dagir kir

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya di çapemeniya Brezîlyayê de hat ragihandin, bi sedan alîgirên Serokomarê berê Jair Bolsonaro, li Brezîlyayê havêtin ser avahiya Kongreya Neteweyî.

Hat diyarkirin ku komên ku bi dirûşmeyan daxwaza destwerdana artêşê dikirin, astengiya polîsan şikandin û ketin avahiya Kongreyê. Hat diyarkirin ku polîsan bi gaza rondikrêj destwerdan kir da ku xwepêşanderên alîgirên Bolsonaro yên rastgir ên tund belav bikin.

Alîgirên Bolsonaro ku li dijî Serokê nû yê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva xwepêşandanek organîze kirin, bang kir ku artêş destwerdanê bike. Hat dîtin ku hin xwepêşander hilkişiyan ser banê avahiyên Meclîsa Nûneran û Senatoyê.

Di gera duyemîn a hilbijartinên serokatiyê de ku di 30ê Cotmeha 2022yan de li Brezîlyayê ku welatê herî mezin ê Amerîkaya Başûr e, bi serjimêra xwe zêdetirî 212 milyonan e hat kirin de serokê berê yê çepgir Lula ku 2 serdeman welêt bi rê ve bir, ji % 50,9 deng girtibû û Bolsonaro yê rastgir jî ji % 49,1 deng girtibû.

Piştî ku encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin, alîgirên Bolsonaro pêşî bi rojan li welêt otoban girtin û paşê bang li hêzên çekdar kirin ku li dijî serokatîya Lula di xwepêşandanên ku li ber navenda artêşê li dar xistin de destwerdanê bikin.