Li Rihayê cebilxaneya artêsa tirk teqiya: 14 birîndar
PeyamaKurd – Şevê din li bajarê Riha yê bakurê Kurdistanê, cebilxaneya artêşa Tirkiyê ya li Tuxaya 20an a nava bajêr teqîya û li bajar dengê du teqînên bihêz hatin bihîstin. Ligel daxuyaniyên rayedaran jî hîn sedema teqînan nehatiye zanîn.
Piştî teqînan gelek ambulans û tîmên hawarçûnê çûn cihê bûyerê û rêyên ku diçûn ber fermandariya Tuxaya 20an a Zirxî jî hatin girtin.
Parêzgarê Rihayê Abdullah Erîn li ser teqînan ragihand ku di cebilxaneyê de du teqînan rû daye û 14 personelên leşkerî yên parêzvanên depoya çekan birîndar bûne ku rewşa tenduristiya wan ne giran e.
Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî li ser bûyerê ragihand, di depoya çekên sivik a fermandariyê de li demjimêr nêzî 22:50 teqînên ku sedema wan nehatiye tesbîtkirin çêbûne û bûyer hatiye kontrol kirin.
Wezaretê herwiha da xuyakirin ku her cure tedbîr hatine wergirtin û xebatên ji bo diyarkirina sedema teqînê hatine destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin