Li Rihayê li ser îhaleyê pev çûn: 1 kustî, 1 birîndar
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 19ê Tebaxê li navçeya Birecik a bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, di navbera hejmarek kesan de nîqaş çêbû û piştre dengê çekan bilind bû.
Li gorî zanyariyan du aliyên ku li Taxa Meydan a Birecikê li ser îhaleyê veguhestinê nîqaş dikirin, piştre pev çûne û çek teqiyane ku nehatiye zanîn kîjan aliyî teqe kiriye.
Di encama teqandina çekan de, gule li du kesan ketiye ku kesê bi navê Burhan Guneş û pismamê wî Îsmaîl Guneş birîndar bûne. Hat diyarkirin ku Burhan Guneş dema rakirine nexweşxaneyê can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin