Li Rojava hevkariya YPGê û Amerîka berdewam dike
PeyamaKurd - Hêzên Tîmên Antî Terorê yê YPGê û hevpeymaniya navdewletî ya bi pêşengiya Amerîka, bi hev re li hemberî DAIŞê tedbîqatên leşkerî dikin.
Herî dawî di 4ê Tîrmehê de tedbîqatek pêk anîn.
Dîmenên tedbîqatê, li ser hesabê fermî yê Hêza Erka Yekgirtî Hevpar ku girêdayî Serokatiya Berevaniya Amerîka ye hat parvekirin. Parvekirin ji xeynî Îngilizî, bi Kurdî û Erebî jî hat kirin.
Herwiha dîmenên li ser twitterê hat parvekirin, ji aliyê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê jî hat ecibandin.
Hêzên Tîmên Antî Terorê : Bi piştgiriya Pentagon ava bû
Amerîka ji aliyê malî jî piştgiriyê dide Hêzên Antî Terorê yê YPGê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin