Amerîka: Em ê bi Iraqê re hevkariya xwe ya li hember DAISê berdewam bikin

23 July 2020 12:34 0 dîtin
Amerîka: Em ê bi Iraqê re hevkariya xwe ya li hember DAISê berdewam bikin

PeyamaKurd - Li ser hevkariya Amerîka ya leşkerî ya li gel Iraqê Fermandarekî Hevpeymaniya Navdewletî ragihand, Iraq nikare bi tena xwe bi komên teroristî re tekoşînê bike, ji ber wê Amerîka dê hevkariya bi Iraqê re ya li hember terorîstan berdewam bike.

Li gor li Bexdayê Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraqê General Kenneth Ekman ji rojnamevanan re ragihand, bi têkçûna hêza DAIŞê re, di pêşerojê de wê hejmara serbazên Amerîkî li Iraqê kêm bikin.

Herwiha General Ekman diyar kir, ‘‘Di rûbirûbûna DAIŞê de, hîn pêwîstiya Iraqê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî heye, bi taybet di warê plandanîn û zanyariyên îstixbaratî û çavdêriya esmanî de. Hêzên Hevpeymanan jî di van waran de dê bi hêzên Iraqî re kar bike.’’

Heta niha 5 hezar û 200 serbazên Amerîkî li Iraqê hene û di çarçoveya hevahengiya bi Hikûmeta Iraqê de, erkên xwe bicih dikin.