Xefacî: Bi berevaniyeke hevbes a bi Pêsmerge re axa Iraqê li hember DAISê tê parastin
PeyamaKurd – Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefacî bi daxuyaniyekê da zanîn, qonaxa pêncemîn a operasyona "Vîna Pola" ku dawiya hefteya borî destpê kiribû, wê çend mehên din berdewam bike.
Li gor Xefacî eşkere kir, di navbera Pêşmerge û fermandarên Iraqî de plana operasyonê hatiye destpêkirin û got, li herêmên Diyala û Xurmatûyê xebatên pişknîn û lêgerînê yên li dijî DAIŞê dewam dikin.
Herwiha Xefacî destnîşan kir, Pêşmerge û artêşa Iraqê gihîştine xeta temasê û wiha got: “Ev ji bo her du aliyan armanceke girîng e. Ji ber ku DAIŞ ji valahiya ewlehiyê ya li van herêman heye sûd werdigire.”
Di berdewamiyê de Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê got, piştî zêdetirî salekê ji danûstandinên her du aliyan, bawerî di navbera her du aliyan de pêk hatiye û niha bi berevaniyeke hevbeş axa Iraqê li hember DAIŞê tê parastin.
Xefacî herwiha bal kişand ser wê yekê ku Iraq û Herêma Kurdistanê li ser avakirina navendeke hevahengiya hevbeş li hev kirine û diyar kir: “Pêvajoyeke tendirust di navbera aliyan de destpê kiriye û li gorî me dê encamên erênî bi xwe re bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin