Li Rojhilat pêla girtinên Newrozê didome: 4 kesên din hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê 4 hemwelatiyên Kurd hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhestin.
Li gorî ragihandina medyayên Rojhilatê Kurdistanê 4 welatiyên kurd yên bi navên; Rêbwer Qadirî, Perwîz Qadirî, Bêhrûz Qadirî û Hawjîn Qadirî yên xelkê gundê Yeqûbava yê bajarê Baneyê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin.
Hat diyarkirin ku hêzên Îranê bêyî hebûna ti belgeyên yasayî ew çar welatiyên kurd binçav kirine û ji bo cihekî nexuya veguhestine.
Hêjayî gotinê ye, piştî pîrozbahiyên cejna Newrozê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê heta niha bi dehan kes hatine binçavkirin ku ev her çar kes jî bi wê hincetê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin