Li Rojhilatê Kurdistanê ser rû da: 2 leskerên Îranê hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, di navbera hêzên Iranê û komeke çekdar de ku tê texmînkirin girêdayî partiyeke Kurd in, şerekî giran rû da.
Li gorî ragihandina, malpera mafên mirovan Hengawê, derengiya şeva borî li devera sînorî ya Bane li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, şerekî giran di navbera hêzên Îranê û komek çekdar de derket.
Hat diyarkirin ku di wî şerî de herî kêm du leşkerên Îranê hatine kuştin, lê nayê zanîn li aliyê beramber kuştî û birîndar hene yan na.
Li aliyê din, hêza pasevanên sînor a Îranê jî piştrast kiriye ku du leşkerên wan li sînorê navçeya Bane li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê di pevçûna li gel komeke çekdar û dijber de hatine kuştin, lê nasnameya wê koma çekdar nehatiye eşkere kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin