Li Rûsya qedexeya derketina derve û girtina hemû sînoran
PeyamaKurd – Şaredarê Şaredariya paytexta Rûsya Moskowê Sergey Sobyanin ragihand ku ji sibe 30yê Adarê pê ve temenê wan her çi dibe bila be, ji bo her kesî qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Li gorî daxuyaniya Sobyanin ji sibe û pê de hemû welatiyên li Moskowê temenê wan her çiqas be, li mal dimînin û dernakevin derve.
Herwiha Rûsyayê bi biryareke giştî jî hemû sînorên xwe ji welatên din re girtin.
Heta niha li gorî amarên fermî 8 kesan ji vîrusa korona li Rûsyayê can daye.
Doh jî zanyarên Rûsî ragihandibûn ku wan dermanê Covid-19 peyde kiriye û ew dê dest bi testan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin