Li Rûsyayê êrîs li ser dêr û kenîstê: Gelek mirî û birîndar hene!

24 June 2024 09:45 0 dîtin
Li Rûsyayê êrîs li ser dêr û kenîstê: Gelek mirî û birîndar hene!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li herêma Daxistanê ya Rûsyayê di 2 êrîşên çekdarî de qereqol, kenîşte û dêr bûne hedef. Li gorî agahiyên destpêkê, hat hînbûn ku di encama êrîşê de 7 kuştî hene, birîndarên giran jî rakirin nexweşxaneyên herêmê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê da hat ragihandin ku îro saet di 18.00an da li bajarên Makhaçkala û Derbendê kesên çekdar ên nasnameya wan nehat zanîn êrîşek li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku van kesan li Makhaçkalayê êrîşî qereqola polîsan û li Derbendê dêr û kenîştê kirine û 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 6 polîs û keşîşek hene, 12 polîs jî birîndar bûne.