Ukrayna: Di êrîsên Rûsyayê de 21 mirî, 48 birîndar hene

04 May 2023 09:29 0 dîtin
Ukrayna: Di êrîsên Rûsyayê de 21 mirî, 48 birîndar hene

PeyamaKurd – Rêberê Ukraynayê Zelensky ragihand, di encama êrîşa dijwar a Rûsyayê ya li herêma Xersonê de 21 kes mirin û 48 kes jî birîndar bûn.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir, artêşa Rûsyayê li herêma Xersonê êrîşî stasyoneke trênê, xanî, bazara malzemeyên înşaatê, firoşgehan û stasyona gazê kir.

Zelenskiy da zanîn, di encama êrîşan de 21 kesan can dane û 48 kes jî birîndar bûne û wiha got: “Hemû sivîl in. Di nîv rojê de, li herêmekê. Ez ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazim."

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Midûriyeta Polîsan a Neteweyî ya Ukraynayê hat dayîn de hat diyarkirin ku artêşa Rûsyayê gelek êrîş birin ser bajarê Xersonê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, leşkerên Rûsyayê bi top, sîstemên antî-tank û çekên din li bajêr gulebaran kirine û cihên qelebalix ên wekî bazara malzemeyên înşaatê, stasyona trenê, benzînxane, bazar û mal hatine gulebarankirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev êrîş careke din dujminî û fêlbaziya dijmin radixe ber çavan ku bi zanebûn hewl dide ewqas ziyanan bigihîne gelê sivîl."