Li Rûsyayê di kargeha çekan de teqîn: 45 kes birîndar bûn…
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Sergiyev posad ê dikeve bakurê Moskowê, teqîneke mezin çêbû.
Li gorî medya rûsî, teqîn di depoya fîşekan a kargeha çekan de rû daye û 45 kes jî di encamê de birîndar bûne.
Li aliyê din rayedarên Ukraynayê jî derbarê teqîna li Rûsyayê de wêne belav kirin û dane xuyakirin ku teqîn li kargeheke çekan rû daye.
Ukraynayê li ser berpirsiya xwe ya teqînê daxuyanîyeke fermî nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin