Li Rusyayê, ji bo rûxandina tanqên NATOyê xelat tê dayîn

31 January 2023 17:00 0 dîtin
Li Rusyayê, ji bo rûxandina tanqên NATOyê xelat tê dayîn

PeyamaKurd- Di agahiyên ji çapemeniya Rusyayê hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku kompaniyeke Rusyayê ragihand ku ew ê xelata diravî bidin leşkerên ku tanqên NATOyê yên ji Ukraynayê re bên şandin, birûxînin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, kompaniya kîmweyî ya Rûsî Fores, xelatan pêşkêşî leşkerên ku tanqên şer ên vê dawiyê ji aliyê piştgirên rojavayî yên ji Ukraynayê re hatine veqetandin, dide. Ev nûçe, piştî ku Washington û Berlînê şandina çekên giran ji bo Kievê hefteya borî pejirandibûn, hat weşandin û wiha hat gotin:

"Leşkerên Rûs ên ku tanqeke şer a Leopard 2 ya Alman an Abrams a Amerîkî hilweşînin yan jî desteser bikin dê xelatê werbigirin.”

Di vê agahiya ku roja înê li ser malpera fermî ya kompaniyê hat weşandin de ev hûrgilî hatin parvekirin:

“Fores dê 5 milyon ruble (70,700 $) ji bo rûxandina tanqekê û ji bo rûxandinên zêdetir ango ji bo rûxandina her tanqekê dê 500,000 rubleyan (7,070 $) bide.

Ji aliyê kompaniyê ve ha destnîşankirin ku heger Ukrayna balafirên şer ên F-15 û F-16 bikire, dê ji bo balafira yekem a ku hatiye xistin jî 15 milyon ruble (212 hezar û 100 $) xelatê bide.