Rusyayê, banga hisyariya nukleere li NATOyê kir
PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova, beriya Lûtkeya Vilnûsê ya NATOyê ku dê roja sêşemê dest pê bike, daxuyaniyek da.
Tesîsa nukleerî ya herî mezin a Ewropayê ku li ser axa Ukraynayê di bin kontrola Rusyayê de ye, bûye yek ji xalên sereke yên rageşiya navbera herdu welatan.
Ji ber vê yeke Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, Rusyayê bi danîna teqemeniyan li ser banê tesîsa nukleerî sûcdar dike, Moskow jî Kievê bi "provokasyonê" tawanbar dike.
Mariya Zaharova jî li ser vê yekê bang li endamên NATOyê kir ku di lûtkeya ku dê vê hefteyê bê lidarxistin de li ser Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê nîqaşan bikin.
Zaharova, Ukrayna bi "Zirarkirina sîstematîk" ya NPP ya Zaporijyayê sûcdar kir û got ku divê baldariya civîna NATOyê li ser vê mijarê be.
Mariya Zaharova tekez kir ku heger ziyanek muhtemel li tesîsa navborî çêbibe, piraniya endamên NATOyê dê "li herêma bandora rasterast" bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin