Scholz: Kiev dê bi tanqên me li axên Rusyayê nede

05 February 2023 19:00 0 dîtin
Scholz: Kiev dê bi tanqên me li axên Rusyayê nede

PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, bi rêya çapemeniyê ragihand ku wî û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy li hev kiriye ku çekên rojavayî yên ji Kievê re tên şandin, ji bo lêdana axa Rusyayê neyên bikaranîn.

Olaf Scholz, ji rojnameya Bild re axivî û li ser pirsên lihevkirina çekan da zanîn ku wî û Volodimir Zelensky li hev kiriye ku çekên rojavayî yên ku ji Kievê re tên şandin, ji bo lêdana axa Rusyayê neyên bikaranîn û got, "Li ser vê yekê lihevkirinek heye."

 Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitriy Medvedev jî diyar kir ku kesên ku îdia dikin, bi şandina çekan ji bo Ukraynayê ji aliyê welatên rojava ve û destûra êrîşan li ser xaka Rusyayê dê destpêkirina muzakereyan hêsan bibe, şaş in û hişyarî da ku dê encam berovajî vê yekê be û êrîşên li ser Kirimê jî dê bi êrîşên tolhildanê re peyde bibin.

Medvedev diyar kir ku di dema bersivdayîna êrîşan de Rusya dê xwe sînordar neke û got,

"Em dikarin her cure bersivê bidin. Serokê Dewleta Rusyayê, ev yek bi zelalî hanî zimên. Em tu sînoran li pêşiya xwe danaynin û em amade ne li gorî rewşa gefên li ser xwe, her cure çekan bi kar bînin.”