Rusyayê vê sibehê êrîs li Kievê kirin

09 March 2023 16:00 0 dîtin
Rusyayê vê sibehê êrîs li Kievê kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hatin ragihandin, vê sibehê li dijî Kievê 15 êrîş çêbûne.

Serokê Şaredariya Kievê ya paytexta Ukraynayê Vitaly Klichko, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li bajêr teqîn çêbûne û agahiyên di derbarê teqînê de wiha dan:

"Li navçeya Holosiiv a paytextê teqîn hene. Agahiyên berfireh paşê.”

Li ser heman teqînan, Parêzgarê Xarkovê Oleg Sinegubov jî ragihand ku hêzên Rus êrîş kirine ser bajêr û devera Xarkovê.

Sinegubov di daxuyaniya xwe de wiha got: "Dijmin bi qasî 15 êrîş birin ser bajêr û herêmê. Alavên binesaziya xeternak hîn jî di bin qada hedefa dagirkeran de ne."

Her wiha Parêzgarê Herêma Odessayê yê Ukraynayê Maksim Marchenko di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de wiha got:

"Di encama êrîşa mezin a moşekan de binesaziya enerjiyê û avahiyên niştecihbûnê yên herêmê ketin ber moşekan. Lê belê kuştî û birîndar çênebûn."

Li gelek herêmên Ukraynayê hişyariya êrîşa hewayî bi saetan dewam kir.