Li Sehbayê welatiyeke Efrînî ji ber mayina çekdarên DAISê birîndar bû

05 October 2020 09:35 0 dîtin
Li Sehbayê welatiyeke Efrînî ji ber mayina çekdarên DAISê birîndar bû

PeyamaKurd – Li Şehbayê, ji ber teqîna mayineke çekdarên DAIŞê, welatiyeke Kurd ji şêniyên Efrînê, birîndar bû.

Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, roja Şemiyê piştî nîvro, mayineke çekdarên DAIŞ’ê teqiya. Di encamê de welatiyeke Kurd bi navê Maye kul Xilo 43 salî ji şêniyên gundê Celemê ku koçber e û li navçeya Til Rifetê dijî, birîndar bû.

Herwiha zanyarî destnîşan dikin, Maye ji lingê xwe birîndar bûye û rasterast rakirine nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê. Li gorî kadroyên nexweşxaneyê, rewşa wê hinekî zelal bûye û ew niha tê tedawîkirin.

Di demên dawî de, gelek caran li deverên cuda yên herêmên Şehbayê, mayinên çekdarên DAIŞ’ê diteqin û koçberên Efrînê dibin qurbaniyên wê.