Li Selahadînê hejmarek stargehên DAISê hatin bombe kirin û jinav birin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di encama êrîşa asmanî ya F-16ê Iraqê de, li parêzgeha Selahadîn stargehên rêxistina terorîst DAIŞê hatin bombebarankirin û jinavbirin.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê da xuyakirin, balafirên F-16 yên Iraqê, mefrezeyeke çekdarên DAIŞê li navçeya Eys a ser bi parêzgeha Selahedîn hedef girt û di encamê de sê çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, her di çarçoveya wê operasyonê de çar stargeh û hejmarek tunel û pêgehên din ên DAIŞê yên li navçeyê hatine jinavbirin.
Deverên ku operasyon lê hatiye kirin, ji aliyê erdnîgariyê ve dijwar e û hêzên ewlehiyê jî ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê li wan herêman hewldanên xwe didomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin