Li Semsûrê skefteke bi heybet a milyon salan hate vedîtin

04 September 2024 14:07 0 dîtin
Li Semsûrê skefteke bi heybet a milyon salan hate vedîtin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Semsûrê ya bakurê Kurdistanê şkefteke nû ya bi heybet ku tê de şembelîlk û bizmûlikên ku di milyon salan de çêbûne hene hate vedîtin.

Şkefta ku li devera gundê Kefirdişê yê navçeya Aldûşê ya parêzgeha Semsûrê ye ji aliyê şivanekî ve hate vedîtin.

Şivanê gundê Kefirdişê Recep Kiliç, dema ku li devera gund ajalên xwe diçêrandin rastî şkeftekê hat ku di hundirê wê de qadên cuda hene.

Recep Kiliç agahî da rayedaran û tîmên Birêvebeiriya Muzeya Semsûrê hatin li şkeftê lêkolînan kirin.

Şembelîlk û bizmûlikên milyon salane

Hate destnîşankirin ku şembelîlk û bizmûlikên di şkeftê de ne, di demeke dirêj a milyon salan de çêbûne.

Birêvebirê Muzeya Semsûrê Mehmet Alkan ragihand ku stûnên 10 metreyî yên ku bi dilopên avzêman çêbûne şkeftê pir bi heybet kirine.

Mehmet Alkan da zanîn ku ew çûne heta kûrahiya bi qasî 40 metreyî yê şkeftê û dom kir:

"Di lêkolînan de me dît ku ji ber dilopên avzêmê yên dirijin zemîna şkeftê, şembelîlk û bizmûlikan çêkirine. Tiştekî din jî ew e ku ji ber dilopan stûnên 10 metreyan dirêj û 3 metreyan fireh ên kevirî derketine holê. Ev şembelîlk û bizmûlik di demeke bi milyon salan de çêbûne. Ez geştyar û siruşthezan vedixwînim vê derê."

Şivan Recep Kiliç jî got ku dema wî ajalên xwe diçêrandin rastî şkeftê hatiye û agahî daye rayedaran.