Mesrûr Barzanî: Di nava du salan de 81 milyon dolar ji bo 8 nexwesxaneyên pencesêrê hatine xerckirin

05 February 2022 10:41 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Di nava du salan de 81 milyon dolar ji bo 8 nexwesxaneyên pencesêrê hatine xerckirin

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê diyar kir û got, di nava du salên borî de, 81 milyon dolar ji bo 8 nexweşxaneyên çareseriya nexweşiya penceşêrê li Herêma Kurdistanê hatine xerckirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Roja Cîhanî ya Penceşêrê de peyamek li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir û eşkere kir: “Ez kêfxweş im bi başbûna nexweşên penceşêrê û rizgarbûna wan ji vê nexweşiyê.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de daye zanîn, ew piştevanî û alîkariya nexweşên penceşêrê dikin ji bo têkoşîna li hember vê nexweşiya û tedawiya wan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 81 milyon dolar ji bo 8 nexweşxaneyên tedawiya penceşêrê terxan kirine ji bo kirîna amûr û kelûpelên pêwîst. Hikûmeta Herêmê herwiha ragihandiye ku ew alîkariyên xwe ji bo nexweşên penceşêrê didomînin.