Mesrûr Barzanî: Di 2024an de wê 1 milyon welatî xizmetên bankî bistînin

25 January 2024 20:27 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Di 2024an de wê 1 milyon welatî xizmetên bankî bistînin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25ê Çile, li ser medya civakî vîdyoyek belav kir û tê qala projeya xizmetên bankî li Herêma Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî dibêje, “Armanca me ew e ku heta dawiya sala 2024ê, yek milyon welatiyên Herêma Kurdistanê xizmetkariyên bankî werbigirin”.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got: “Em dê sozên xwe bicih bînin”.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya niha ragihandibû, qonaxa yekê ya karên projeya ‘Hejmara Min’ li parêzgeha Hewlêrê di qonaxa dawiyê de ye û di dema çar mehên borî de nêzî 190 hezar fermanber li parêzgeha Hewlêrê tevlî projeya Hejmara Min bûne.

Hatibû diyarkirin ku zêdetirî şeş hezar fermanberan kartên bankê bi rêya projeya Hejmara Min wergirtine û meha borî nêzî sê hezar fermanber bi rêya Hejmara Min mûçeyên xwe wergirtine.

Niha li Hewlêrê nêzî 50 ATM hatine danîn ku hejmara wan her diçe zêdetir dibe. Herwiha 5 bankeyên taybet; AR Bank, Banka Cîhanê, Banka Aşûrê, Banka Ehlî ya Iraqî û Banka BBAC di sîstema bankî ya Kurdistanê de kar dikin.