Mesrûr Barzanî: Di 2024an de xizmetên darayî têne zêdekirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbarê xizmetên darayî û bikaranîna teknolojiya hemdem de bo welatiyên Kurdistanê peyamek belav kir.
Serokwezîr Barzanî li ser platforma medya civakê Xê da xuyakirin, mekîneyên kişandina pereyan ATM bi hevparî ligel bankên taybet, hejmara wan nêzîkî du qatan zêde bûye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Heya dawiya sala 2024an, gihîştina xizmetguzariyên darayî li Herêma Kurdistanê ji kêmtirî 5% bo 35% zêde dibe.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Tora amûrên rakêşana pereyan ku beşeke girîng a projeyan e, bi hevkariya bankên taybet hejmara wan nêzîkî du qat zêde bûye.”
Financial inclusion in the Kurdistan Region will grow from less than 5% today to 35% by the end of 2024.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) January 24, 2024
That’s why the ATM network, a critical piece of the journey, has nearly doubled in size through our partnerships with private banks.#هەژماری_من pic.twitter.com/4q7zI2jISc
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi projeya Hejmara Min a kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, di warê pêşvebirina sektora bankî û dîjîtalkirina peredanê de gavên girîng hatine avêtin ku zêdetirî yek milyon fermanber, karmendên hêzên ewlehiyê û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî şefaf jê sûde werdigrin.
Bi rêya pêngav û hêsankariyên Hikûmeta Kurdistanê, xizmetkariyên bankî yên pêşketî tên pêşkeşkirin ku bi awayekî dijîtalî her kes jê sûde bistîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin