Li Sengalê du evîndar kustî hatin dîtin

08 July 2021 10:59 0 dîtin
Li Sengalê du evîndar kustî hatin dîtin

PeyamaKurd – Şeva borî li sînorê qeza Şengalê, cenazeyên keç û xortekî, piştî wendabûna wan a 24 saetan hatin dîtin.

Qaymeqamê qeza Şengalê Mehma Xelîl diyar kiriye: ‘‘Berî niha li nahiyeya Sinûnê ya ser bi qeza Şengalê cenazeyê du kesan hatiye dîtin, ku keç û xortek in û piştî wendabûna wan a 24 saetan ew her du kes hatin dîtin, ku bi çek hatine kuştin û cîhê guleyan di bedena wan de ye.’’

Herwiha daye zanîn: ‘‘Ew her du kes ji hev hez dikirin û ti pirsgirêka wan li gel ti kesî tunebû û kuştina wan jî desteke neyariyê li pişt e.’’

Mehma Xelîl destnîşan kiriye: ‘‘Ji aliyê polîsên Sinûnê ve dest bi lêkolîna bûyerê hatiye kirin û em dixwazin demeke herî kurt de yê ku ew tewanê hovane bicîh aniye bên girtin û bigîhin cezayê xwe.’’

Li gor zanyariyan, navê keçê Sandra Xelîl e û sala 2000î de hatiye dinyê û xelka wargeha Guhbel e. Di heman demê de navê ciwanê hatiye kuştin jî Dirêd Xalid e û di sala 1993yan de hatiye dinyê û xelkê wargeha Xanesorê ye.