Li Sirnexê 2 sivan kustî hatin dîtin
PeyamaKurd-Li navçeya Hezexa Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 2 welatiyên Kurd ên ku şivantiyê dikirin, kuştî hatin dîtin. Li gorî agahiyên fermî; li ser laşên kuştiyan, şopên guleyan hatine dîtin. Li herêmê lêkolîn hat destpêkirin.
Li gorî agahiyên ajansa fermî ya Tirkiyeyê, Huseyîn Onerê 44 salî û Omer Kaya yê 41 salî, yên ku li Gundê Yenî Mahalle ya Hezexê dijiyan û şivantiyê dikirin, duh (04.05.2022) ajalên xwe derxistine çêreyê lê heta dereng venegeriyane. Hat ragihandin ku malbatên wan li ser vê yekê agahî dane jendermeyan û di encama lêgerînê de termên herduyan hatine dîtin. Hat zanîn ku termên şivanan 2 kîlometre dûrî cihê çêrandinê, li devera şikeftan a Gundê Delavî ya bajaroka Ereban hatiye dîtin.
Jendermeyan, termên şivanan ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê û li herêmê jî di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin