Li Seqizê di saloneke sahiyê de teqînek çêbû: Gelek kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê li nava saloneke şahiyan ji ber gazê teqînek çêbû û di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 34 kes jî birîndar bûne ku rewşa 3 ji wan giran e.
Duh bi şev saet 10.00ê şevê, di dema şahiya zewacê de li saloneke şahiyan a bajarê Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê ji ber sedema gazê teqînek çêbû. Parêzgarê Sine jî ragihand ku di encama wê teqînê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 34 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, di sîstema gazê ya li wê salonê de pirsgirêk hebûye û navê wê holê jî Mange Şew bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin