Li ser fermana Serokwezîr 68 welatiyên li Hindistanê hatin vegerandin
PeyamaKurd – Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 68 welatiyên li Hindistanê asê mabûn, bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatin vegerandin.
Hejmarek ji welatiyên Herêma Kurdistanê, ji ber rewşa xerap a Koronayê, li Hindistanê asê mabûn. Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro danê sibê 68 welatî bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatin vegerandin.
Li gor zanyariyan, piraniya wan welatiyan, bi armanca çareseriya tendirustî çûbûn Hindistanê. Biryar e jî ew welatî 14 rojan bêne kerentînekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin