Bi fermana Serokwezîr Barzanî 20 hezar xanî ji bo welatiyên kêmderfet têne çêkirin

31 May 2022 17:53 0 dîtin
Bi fermana Serokwezîr Barzanî 20 hezar xanî ji bo welatiyên kêmderfet têne çêkirin

PeyamaKurd – Di civîna îro 31ê Gulanê ya bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, biryara çêkirina 20 hezar xaniyan bo welatiyên kêmderfet hat dayîn.

Piştî civînê hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serperiştiya civîneke li ser lipeyçûn û cîbicîkirin û çêkirina wan 20 hezar xaniyan kir, ku bi fermana Serokwezîr biryar e ji bo welatiyên ku di kirê de ne û kêmdahat in, li parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê bi hevkariya sektora taybet, werin çêkirin.

Di civîna ku wezîrên pêwendîdar ên hikûmeta Kurdistanê amadehî kirin de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî aliyên pêwendîdar erkdar kir ku di demeke herî nêz de dest bi rêkarên çêkirina wan xaniyan bikin daku bi bihayekî kêm û teqsîtên demdirêj û bi kalîteya baş werin avakirin.

Herwiha di civînê de li ser temamkirina wan 9 hezar xaniyên ku çend sal in dest bi avakirina wan hatiye kirin û nehatine temamkirin jî hat axaftin.

Mesrûr Barzanî, li ser vê mijarê aliyên pêwendîdar erkdar kir ku bilez rêkarên temamkirina wan xaniyan gotûbêj bikin.