Bi fermana Serokwezîr Barzanî 42 ciwanên li Lubnanê asê mabûn hatin vegerandin

08 October 2021 17:16 0 dîtin
Bi fermana Serokwezîr Barzanî 42 ciwanên li Lubnanê asê mabûn hatin vegerandin

PeyamaKurd - 42 ciwanên Kurd ên bi rêya Lubnanê xwestibûn xwe bigihînin Ewropayê û ji aliyê hikûmeta Lubnanê ve hatibûn desteserkirin, bi fermana Serokwezîr Mesûr Barzanî li Herêma Kurdistanê hatin vegerandin.

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser fermana Serokwezîr Barzanî, ew ciwan vegerandin Herêma Kurdistanê.

Îbrahîm Xidir Reşîd Behrî, ji beşa protokol û şandên Fermangeha Pêwendiyên Derve ji K24ê re daye xuyakirin; wan koçberan hewl dabûn bi rêya neyasayî bigihin welatekî Ewropayê, lê belê ji aliyê desthilatdarên Lubnanê ve pasaportên wan ji wan hatine standin û di rewşeke gelek xirab de bûn.

Behrî eşkere kir ku bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar hat dayîn ku ew 42 koçber bo Herêma Kurdistanê werin vegerandin û got: “Destpêkê me dest bi lêkolînê kir, bi rêyên fermî em gihiştin wan koçberan, ku di cihekî xirab de desteserkirî bûn.”

Nûnerê Fermangeha Derve gotiye: “Ewilî ji wê rewşa xirab hatin veguhestin û li hoteleke baş hatin bicihkirin, da ku rêkarên yasayî werin cîbicîkirin û em wan veguhezînin Herêma Kurdistanê, çimkî pêwîstiya me bi demê hebû.”

Îbrahîm Xidir Reşîd Behrî ragihand: “Piştî gelek gotûbêjan, me karî hikûmeta Lubnanê razî bikin, ku ew 42 koçber bi zorê û bi awayekî xirab neyên deportkirin. Piştre, wan jî rizamendî nîşan da ku bi awayekî yasayî bo Herêma Kurdistanê werin şandin, ji bo vê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi rêkarên vegerandina wan 42 koçberan kirin, ku ji wan 10 kes ji Hewlêrê, 2 kes keçên Êzidî û 30 kes jî ji bajarê Silêmaniyê bûn.

Hat diyarkirin ku ew 42 koçberên Kurd bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihîştin Herêma Kurdistanê.