Li ser pirsgirêka arazî ya li Baykanê 4 kes birîndar bûn

06 July 2023 22:41 0 dîtin
Li ser pirsgirêka arazî ya li Baykanê 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Baykanê li gundê Kîkan (İkizler) li ser arazî pevçûn derket û di dawiyê de 4 kes birîndar bûn. Rewşa birîndarekî giran e. Tîmên cendirmeyan piştî bûyerê ket pey kesê çek bikaraniye yê bi navê H.E. da wî bigrin.

Birîndarên bi navên A.D, Y.E, H.D. û Y.D. birin nexweşxana dewletê ya Baykan û nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya bajarê Sêrtê. Rewşa birîndarê bi navê H.D.dijware.

Di pevçûnê de kesê bi navê H.E. tivinga nêçîrê bikaraniye.