Li ser qeza di madenê ya Bartina Tirkiyê 25 kesan xistin binçav
PeyamaKurd – Serdozgeriya bajarê Bartınê li ser teqîna di madena navça Amasrayê de ku 41 kes tê de miribûn, 25 gumanbaran xist binçav. Serdozgerî bi nivîskî ragihand ku di bûyera teqînê ya di madena Amasra de ya di 24 ê cotmehê de çêbû, lêpirsîna bûyerê dewam dike. Di daxwuyaniya serdozgeriyê de weha hat gotin:
“Di çarçoveya lêpirsînê de biryara binçavkirina 25 kesan hat dayîn. Bi fermana serdozgeriya Amasrayê, rêvebiriya asayîşa Amasrayê karê binçavkirina dewam dike. Li ser bûyerê lêpirsîn piralî û bi hezir dewam dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin