Li ser sînorê Azerbaycan-Iran-Vanê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

21 September 2023 21:25 0 dîtin
Li ser sînorê Azerbaycan-Iran-Vanê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li ser sînorê bajarê Wanê, Azerbeycan û Îranê, seet di 17.43an de bi dereca 4.2, di bin erdê de di kûrahiya 7 km yan de erdhej çêbû. Ragihandin ji terefê AFADê de hat kirin. Ciyê erdhej lê çêbûye ji navça Elbak a (Başkale) bajarê Wanê 116 km dûr, li Marand-Azerbeycana Rojhilat çêbû.

Di babeta zerar û ziyanan de heya niha ti agahî nehat dayîn. Lê xelkê devere tirsiya û derketin derveyê xaniyan da xwe biparêzin.