Li ser sînorê navbera Poland û Belarusê cenazeyê jineke Iraqî hat dîtin

20 September 2021 12:03 0 dîtin
Li ser sînorê navbera Poland û Belarusê cenazeyê jineke Iraqî hat dîtin

PeyamaKurd – Li ser sînorê navbera Poland û Belarusê, cenazeyê jineke koçber a Iraqî ku ligel hevjîn û sê zarokên xwe bi mebesta gihîştina welatên Ewropayê derketibûn hat dîtin.

Pasevanên sînorê Polandê diyar kirine; roja Yekşemê 19ê Îlonê, cenazeyên 8 koçberan li ser sînorê wan ê ligel Belarusê hatine dîtin, ku yek ji wan ê jineke Iraqî ye.

Li gor zanyariyan, bi hezaran koçber li ser sînoê navbera Belarus û Polandê asê mane, ku dixwestin xwe bigihînin Ewropayê. Ji ber tundkirina sînoran, koçber ketine rewşeke xerab, bi giştî heşt termên koçberan li wî sînorî hatine dîtin.

Polîsê Belarusê eşkere kiriye; li ser termê wê dewsa wê yekê diyar e ku ji aliyê pasevanên Polandê ve hatine rakişandin. Hevjînê wê jî diyar dike ku pasevanan sînorê Polandê ew bi rûtî û bi zext û gefan rakişandine ber sînorê Belarusê.

Hat ragihandin, jina Iraqî dayîka sê zarokan e, ku temenên wan navbera 5 û 7 salî de ne, sax in û niha li ser sînorê Belarusê ne.