Li ser sînorên navbera Belarus û Polandê koçberê pêncem ê Iraqî can da

25 September 2021 11:02 0 dîtin
Li ser sînorên navbera Belarus û Polandê koçberê pêncem ê Iraqî can da

PeyamaKurd – Li ser sînorên navbera Belarus û Polandê de, koçberê pêncem ê Iraqî can da, hejmarek koçberên din jî ji aliyê polîsê pasevan ê Polandê ve hatin desteserkirin.

Li gor Polîsê Pasevanê Sînorê Polandê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihand; şeva din hejmarek koçberên Iraqî li sînorê Belausê hatine desteserkirin, yek ji wan zilamek bûye ku tevî hewldanên tîmên tendirustiyê, can dane.

Hat destnîşankirin; dibe ku ji ber celteya dil can dabe. Herwiha testa vîrusa Koronayê ya koçberekî din jî pozîtîv derketiye û li nexweşxaneyê hatiye razandin.

Hefteya borî jî termên çar koçberên Iraqî li nêzîkî sînorê Belarus û Polandê hatibûn dîtin, ku ji ber sermayê can dabûn.