Li ser sînorê Sûriyê leskerekî tirk jiyana xwe ji dest da

05 October 2019 09:28 0 dîtin
Li ser sînorê Sûriyê leskerekî tirk jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd - Li ser sînorê Sûriyê leşkerekî Tirkiyê di encama qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da.

Bûyerê li devera Bohşîn a bi ser navçeya Altinozu ya bajarê Hatayê ve ku dikeve ser sînorê Sûriyê rû da. Di saetên êvarî de wesayîteke li leşkerekî Tirkiyê ku li ser xeta sînor erka dewriyeyê encam dida, qelibî.

Di encama bûyerê de ew leşker birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat rakirin, lêbelê li nexweşxaneyê ji ber birînên xwe yên giran canê xwe ji dest da.

Şifêrê wê wesayîtê jî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat destserkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.