Artesa Tirkiyeyê dest bi veguhestina hêzê ber bi sînorê Sûriyê ve kiriye

28 November 2022 11:27 0 dîtin
Artesa Tirkiyeyê dest bi veguhestina hêzê ber bi sînorê Sûriyê ve kiriye

PeyamaKurd – Medya Tirkiyê diyar kir, Arteşa Tirkiyeyê dest bi veguhestina hêzê ber bi sînorê Sûriyê ve kiriye.

Li gor rojnameya “Sabah” a Tirkî di nûçeyeke xwe de da zanîn, arteşa Tirkiyê dest bi veguhestina hêzên xwe ber bi sînorê Sûriyeyê ve kiriye û Arteşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyeyê jî amedekariyên xwe ji bo operasyoneka li dijî Rojavayê Kurdistanê temam kiriye.

Herwiha li gor arteşa Tirkiyê dixwaze bi operasyoneke bejhajî, YPG û HSDê li devera Şehbayê ji nav bibe û wan li rojhilatê çemê Firatê asê bike.

Di nûçeyê de nehatiye eşkerekirin ku arteşa Tirkiyeyê ji kîjan bajarê Tirkiyê ber bi kîjan navçeya sînorî ya Sûriyeyê ve hêza xwe veguhestiye.