Li Serê Kaniyê 3 kes ji aliye komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve hatin revandin
PeyamaKurd - Li gundekî Serê Kaniyê, komên çekdar ên bi ser artêşa Tirkiyê ve, 3 kes bi tohmeta pêwendiya wan bi HSDê re heye, revandin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, komeke çekdar 3 kes ji gundê Hecac ê Serê Kaniyê, bi tohmeta “pêwendiya wan bi HSDê re heye” revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Ji destpêka dagîrkirina Serê Kaniyê ve, ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar, gelek welatî hatine revandin û eşkencekirin.
Herwiha li gor zanyariyên Rewangehê, berî çend rojan kesekî di girtîgeha koma El Hemzat de, bi eşkenceyê hat kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin