Li Serê Kaniyê çekdarên girêdayî Tirkiyê û alîgirên wan ala DAISê hildan
PeyamaKurd - Komên çekdarên girêdayî Tirkiyê û alîgirên wan ên li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê yê dagirkirî, li dijî Fransayê xwepêşandaneke protestoyî li dar xistin û ala DAIŞê bilind kirin.
Dîmenên wê xwepêşandanê li ser torên medya civakî hatin belavkirin ku di wan de xuya dike, çekdarên bi ser Tirkiyê ve û alîgirên wan li dijî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ala DAIŞê bilind dikin û û dirûşmên dijî Fransayê diqîrin.
Xwepêşandana li Serê Kaniyê piştî daxuyaniyên Erdogan ên dijî Macron û Fransayê pêk hatiye ku li ser gelek mijarên wekî Rojhilatê Derya Spî, Libya, Sûriye û Qisrisê nakokî di navbera wan de hene.
Emmanuel Macron piştî serjêkirina mamosteyekî Fransî ji aliyê kesekî cîhadî ve daxuyanîyên derbarê îslamîstên radîkal dabûn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji Macron re gotibû, ji aliyê hişê xwe ve nexweşe û divê bê tedawîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin