Li Serê Kaniyê motorsiklêtek hat teqandin: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, îro 27ê Tebaxê teqînek çêbû ku li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 2 kes hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku motorsîkleke bombekirî li meydana Berîd a nava bajarê Serê Kaniyê teqiya û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
li serêkaniyê teqinek ru da. pic.twitter.com/bRlOikVhqP
— Nehir Dicle (@hayatgaripsarma) August 27, 2020
22yê Tebaxê jî motorsîklek li gundê Silok ê Serê Kaniyê hatibû teqandin ku di encamê de hejmarek kes birîndar bûbûn.
Teqînên li bajarê Serê Kaniyê ji meha Mijdara 2019an ve ku bajar hatiye dagirkirin bê navber berdewam dikin û gelek sivîl jî dibin qurbanî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin