Li Serêkaniyê bombe bi leskerên Tirk de hat teqandin: 2 kustî, 6 birîndar

10 December 2020 20:32 0 dîtin
Li Serêkaniyê bombe bi leskerên Tirk de hat teqandin: 2 kustî, 6 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagirkeriya artêşa tirk û komên çekdar de ye, li dijî xaleke leşkerî ya artêşa tirk êrîşeke bombeyî hat kirin.

Li gorî ragihandina Walîtiya Rihayê di encama êrîşa ku ji aliyê YPGê hatiye kirin de, 2 kes hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Walîtiyê da xuyakirin ku dema derbasbûna wesayîta leşkerî ya artêşa tirk bombe hatiye teqandin ku di encamê de 2 kes ji hêzên ewlekariya herêmî hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne.