Li Idlibê bombe bi wesayîta artêsa tirk de hat teqandin

23 March 2021 18:34 0 dîtin
Li Idlibê bombe bi wesayîta artêsa tirk de hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li başûrê parêzgeha Idlib a Sûriyê, dema derbasbûna wesayîteke zirxî ya artêşa Tirkiyê teqîn çêbû.

Ajansa fermî ya rejîma Sûrîyê SANAyê ragihandiye, li nêzîkî bajarokê EL Mastûma yê Idlibê di dema derbasbûna wesayîteke zirxî ya artêşa Tirkiyê de mînek teqiya.

Çavkaniyên herêmê bûyer piştrast kirine ku êrîşek dijî wesayîta artêşa tirk pêk hatiye, lê derbarê kuştî û birîndaran ti zanyarî nehatine belavkirin.

Li aliyê din çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê SOHRê jî ev êrîş piştrast kiriye û diyar kiriye, li heman herêmên Idlibê di nav 10 rojan bi tevahî 3 êrîş li dijî hêzên tirk hatine kirin.

Herwiha serê sala 2021ê 16ê Çile jî li devera Batbûyê ya bakûrê Idlîbê êrîşeke çekdarî li hêzên Tirkiyê hatibû kirin û leşkerekî tirk birîndar bûbû ku koma bi navê “Lîwaya Ensar Ebûbekir” berpirsiya êrîşê li xwe girtibû.