SkyNews: 2 xalên artêsa Tirkiyê li Idlibê hatin bombebaran kirin

25 February 2020 21:58 0 dîtin
SkyNews: 2 xalên artêsa Tirkiyê li Idlibê hatin bombebaran kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyê 2 xalên çavdêriyê yên artêşa Tirkiyê li bejahiya Idlibê, bi balafiran hedef girtine û bi dehan moşek bi ser wan de barandine.

Li gorî nûçeya Skynewsê ku bi zimanê çavkaniyên meydanî belav kiriye, rejîma Sûriyê xala çavdêriyê ya Tirkiyê li naverasta balafirgeha Teftenaz a leşkerî ku dikeve rojhilatê Idlibê, bombebaran kir.

Herwiha hat ragihandin ku hêzên rejîmê bi zêdetirî 50 moşekan xala çavdêriyê ya Tirkiyê li gundê Şenan a li Cebel El-Zawiyê ya bejahiya başûrê Idlibê jî armanc kiriye û di encama wê êrîşê de gelek alavên leşkerî yên Tirkiyê hatine ruxandin.

Li gorî çavkaniyên herêmê hêzên rejîmê doh 10 herêmên li başûrê Idlibê xistine kontrola xwe û hejmareke leşkerên Tirkiyê jî hatine kuştin û birîndar kirin.