Li Serêkaniyê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, îro Sêşemê teqîneke bihêz çêbû. Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de hejmarek kuştî û birîndar hene.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku îro berî nîvro otomobîleke bombekirî li Herêma Pîşesazî ya Serê Kaniyê hatiye teqandin.
Hatiye diyarkirin ku kesê di otomobîlê de can daye û hejmarek kesên din jî birîndar bûne. Lê heta niha hejmara piştrastkirî ya kuştî û birîndaran diyar nebûye.
Doh jî li nava bajarê Serê Kaniyê teqînekê rû dabû û di encamê de 11 kes hatibûn kuştin û 6 kes birîndar bûbûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji Cotmeha sala 2019an ve bajarên Serêkaniyê û Girêspî yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatine dagirkirin û ji wê demê ve gelek caran teqîn li wan bajaran çêdibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin