Li Serêkaniyê otomobîlek hat teqandin: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar hatiye dagirkirin, teqîn çêbû.
Li gorî zanyariyan, teqîn îro li nêzîkî baregeha Meclîsa Xwecihî ya komên çekdar çêbûye û otomobîleke bombebarkirî hatiye teqandin.
Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 5 kes di tencama wê eqînê de hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye, teqînên bi vî rengî gelek caran li navçeyên ketine jêr kontrola Tirkiyê yên Rojavayê Kurdistanê rû didin ku hin caran agihiyên ku komên çekdar şerê hev dikin jî belav dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin