Li Serê Kaniyê otomobîlek hat teqandin: 4 kustî, 8 birîndar...

25 February 2021 17:15 0 dîtin
Li Serê Kaniyê otomobîlek hat teqandin: 4 kustî, 8 birîndar...

PeyamaKurd - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.

Hat ragihandin ku îro 25ê Sibatê li nava bazareke Serê Kaniyê teqînek bi rêya otomobîleke bombebarkirî pêk hat.

Li gor zanyariyên xwecihî yê destpêkê, di encama teqînê de 4 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye, ji Cotmeha 2019an ku Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatine dagirkirin, gelek caran teqînên bi vî rengî rû didin û heta niha bi dehan kes bûne qûrbanî.