Li Serêkaniyê wesayîta bombebarkirî hat teqandin
PeyamaKurd - Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ketiye kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar, wesayîteke bombebarkirî hat teqandin ku li gorî zanyariyên destpêkî kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku teqîn li navenda Serêkaniyê çêbûye ku beriya niha jî piştî dagirkirina bajêr teqînên bi vî rengî rû dabûn û hejmarek sivîl hatibûn kuştin.
Rêveberiya Rojava û HSD bi teqînan komên çekdar tohmetbar dikin ku dibêjin, ji bo koçberkirina xelkê van teqînan encam didin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin