Li Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Helebceyê 171 kesên din bi koronayê ketin

10 June 2020 18:40 0 dîtin
Li Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Helebceyê 171 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê îro 10ê Hezîranê ragehand, di nav 24 saetên borî de 2 kesan ji nexweşiya vîrusa koronayê can daye û 171 haletên nû yên tûşbûnê hatine tomarkirin.

Li gorî ragihandina wezaretê, li parêzgeha Hewlêrê 60 kes, li parêzgeha Silêmanîyê 100 kes, li parêzgeha Helebce 5 kes û li parêzgeha Duhokê jî 2 kesên din bi koronayê ketine

Herwiha du kesên ji koronayê can dane jî ji Silêmaniyê ne ku bi giştî hejmara miriyan gihîşt 30 kesan.

Li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê bûye 1,637 kes ku 546 nexweş baş bûne û niha 1,061 nexweş di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

Ragihandina Wezareta Tenduristîyê ya 10ê Hezîrana 2020an wiha ye:

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî: 

  • Kerentîn

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (13,706) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,552) hevwelatî, li (35) cihên cuda, di kerentînan de man e, (253) li Hewlêrê, (26) li Silêmanîyê û (1,273) li Duhokê. (12,154) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (117) Hevwelatî ne. 

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (2,466) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (1,219 li Hewlêrê, (758) li Silêmanîyê, (400) li Duhokê, (79) li Raperîn û (10) Helebce. Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 94,845 pişkinîn bûne. 

Encam:

Encamên 24 demjimêrên burî,  (2) can jidestdan û (171) haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.

Li parêzgeha Hewlêrê (60) haletên erênî, (46 zelam. (9)jin û (5) zaro.

Li parêzgeha Silêmanîyê (104) tûşbûn û 2 haleta mirinê hebûn.

Li parêzgeha Silêmanîyê (100) erênî û (2) can jidestdan. (47) zelam, (29) jin, (21) zaro û (3) xort (2Kûr û kiçek).

Êo parêzgeha Duhokê (2) erênî. Herdû zelam in.

Li parêzgeha Helebce: (5) erênî, dû zelam, dû jin û zaroyek. 

  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (1,637) kes in, di nav wan de, (30) haletên mirinê hene û (546) nexweş jî baş bûne û niha (1,061) nexweş di bin çavdêrîya pizîşkî de ne. Bo znanyarîyên zêdetir serdana Daşborda hikumeta Herêma Kurdistanê bike li vê lînkê (https://gov.krd/coronavirus/dashboard/).

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.